MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 31, gelavêj 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Şano
Pirtûk
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Şahîn Bekirê Soreklî: Serîlêdana welêt
Dr Kemal Mirawdelî: Şîrovekirina dîroka kurdî di Şerefnameyê de
Receb Dildar: Şahidê sedsala dawîn: Cegerxwîn
Lokman Polat: Evîna romantîk û trajîk
Ramazan Polat: Pêxember Şueyb


EVÎNA ROMANTÎK Û TRAJÎK

Lokman Polat

Di nav edebiyata cîhanê de gelek berhemên edebî hene ku naveroka wan li ser evîna romantîk hatiye hunandin. Hem di nav edebiyata klasîk de û hem jî di ya modern de, ji mijara evîna romantîk berhemên nemir hatine nivîsîn.

Evînên romantîk, evînên dilêþîyê ne. Bi derd, kul û keder in. Xemgînî û dilþewatî xwe li ruhê mirov radipêçe. Di evînên romantîk de dram heye, kuþtin û xwîn rêtin heye, îronî heye. Kuþtinên -cînayetên- evînî heye. Evîndar nagihîjin miradê xwe. Keç yan kur, yan tê kuþtin, yan kor û seqet dibe, yan wek Mecnûn dîn dibe.

Evîna romantîk û trajîk ji bûyera Habîl û Kabîl dest pê dike û heta dema me bi þikl û rengên cuda tê. Kurên Adem, Habîl û Kabîl li ser zewaca bi keçika çêwî bi hevûdu dikevin û Kabîl, Habîl dikuje. Kuþtina Habîl trajîk e, kuþtineke cînayeta evînîyê ye.

Evîna Romeo û Julîet, Mem û Zîn, Ferhad û Þêrîn, Leyla û Mecnûn, Kerem Û Eslî û herweha gelekên din, evînên romantîk û trajîk in. Berhemên ku li ser mijara evîna wan hatine nivîsîn hêj jî tên xwendin, bi nirx tên ecibandin. Tiyatro û fîlmên ku li ser wan hatine pêkanîn bi dilxweþî tên temaþekirin.

Evîn çi ye? Belkî hetanî niha tu kesekî tarîfa wê ya rasteqîn nekiriye. Her kes li gor xwe evînê þîrove dike. Lê, li gorî min, evîn; haz û xweþîya bextîyarîyê ye. Þadbûyîna hestên ruhî ye. Di têkilîyên cinsî de, heger evîn tunebe, ferqa wê têkilîyê û têkilîya cinsî ya heywanî tune ye. Ji xwe têkilîyên cinsî tiþteke xwezayî ye, biyolojîk e, hêlekê mirov ê heywanî ye. Evîn ferqeke girîng û manedar dixe nav têkiliya cinsî a însanan û heywanan.

Di edebiyatê de erotîzm ciheke girîng digre. Hinek kesên ku wek sofîyan difikirin, yan jî yên ku bi çand û tradîsyona kevnar ve girêdayî ne û mejîyên wan pîrik girtine, dibêjin “çima di filan çîrok yan di filan romanê de erotîzm heye?” Di edebiyatê de erotîzm wek rûnê germiyê ye. Dema germî -bulgur anku savar yan jî birinc- bê rûn çêbibe, rijî ye. Germîya -savara- rijî ya bê rûn bê tehm e. Di xwarina germîya rijî de tehm û lezet tune ye. Berhemên edebî yên ku têde romantîzm û erotîzm tunebe wek germîya rijî ye, bê tehm û bê lezet e. Xwendina wê nexweþ e.

Di edebiyata kurdî a devkî de erotîzm gelek heye. Mirov dikare bi hêsanî bibêje ku edebiyata kurdî a gelêrî -ya ku bi devkî tê gotin- ji hêla nexþên erotîk ve gelek dewlemend e. Lê, edebiyata kurdî ya nivîskî di hêla erotîzmê de gelek qels e. Hinek nivîskarên kurd erotîzmê di serê xwe de wek tabû dibînin, wek tiþteke eyb û þerm be, dihesibînin. Û loma jî di berhemên xwe yên edebî de vê hêlê naafirînin, anku nanivîsin.

Ez û du nivîskarên kurd, em li cihek runiþtî bûn, me ji xwe re sohbet dikir. ji wan yekê ji me re çîrokekî erotîk got. Çîrokek xweþ bû, bi naveroka xwe têr û tijî erotîk bû. Piþtê ku nivîskar qalkirina çîroka erotîk qedand, yê din got : “Kurd weha ne. Bi devkî çîrokên gelek erotîk dibêjin. Lê, nanivîsin. Dema yek dinivîse rexne lê tê girtin ku çima çîrok an romanên erotîk nivîsîne.” Bi rastî jî weha ye. Divê nivîskarên kurd tabûyan ji serê xwe bavêjin. Eyb û þermên ku di serê xwe de þêkirine û xwe kirine êsîrê wê, bavêjin alîkî din, xwe nû bikin, mentalîteya xwe bigehurînin, modern bifikirin û di vê hêlê de jî edebiyata xwe rijî nehêlin, wê dewlemend bikin.

Civakên ku ji alî þarezayî ve pêþve neketine, paþve mane, ji alî seksê ve jî paþve mane. Têkiliyên seksî di nav civakê de wek þermezarî tê pejirandin. Stranên seksî, çîrok û romanên seksê wek eyip tête ditin û ji alî mehkemeyên fermî yên dewletên paþtemayî ve tê qedexekirin. Gelek romanên ku di nav wan de beþên seksê hene, hatine qedexekirin. Di rojhilata navîn de her tiþtê ku têkiliyên wê bi pirsa seksê ve heye, qedexeye. Di dewletên Ereban de û di Îranê de berhemên edebî yên ku behsa seksê têde derbas dibe hemû jî têne qedexekirin. Li Tirkiyê jî ev qedexebûn heye. Herçiqas Tirkiye xwe wek perçeyek Ewrupî dibîne jî, dîsa berhemên ku têde beþên seksê hebin ji alî mehkemeyên Tirkan ve têne qedexekirin. Romana ku nivîskarê navdar Harold Pînter nivîsî bû, dema ku bi Tirkî hate wergerandin û hate weþandinê, cîda ji alî mehkemeyê ve hate qedexekirin û polîs pirtûkê civand, hinek romanên Henry Miller jî hatin qedexekirin.

Di nav civakên paþtemayî de têkiliyên vekirî tune ne. Têkiliyên veþartî hene. Di civakên weha de seks jî veþartî ye. Fîlmên seksî qedexene, bi dizî têne temaþekirin. Ji bo ku azadiya seksî tune ye, her tiþtên seksê bi dizî dibe. Ew kesên ku bi cesaret û eþkere pirs û pirsgirêkên seksê bînin holê ji alî civakê ve têne aforozkirin. Di dibîstanên Ewropiyan de li ser pirs û pirsgirêkên seksê di dibîstanan de dersên perwerdekirinê hene. Lê li rojhilata navîn ev tiþt tabû ne. Mirov ji keçikek Tirk, Kurd, Fars, Ereb re bibêje “Tu rindî, spehîyî, xweþikî” dê hezar tiþt bê serê mirov. Dê qirecir derkeve, pevçûn çêbibe, dê mirov lihev bixe. Lê heger mirov ji keçikek Ewrupî re bibêje “Tu rindî, spehîyî, xweþikî” ew dê bibêje “Spas ji bo ku te ez rind, spehî dîtim.”

Çend kesên Kurd, Tirk, Ereb, Fars pirtûkên Freud û yên Desmond Moris xwendine, ez nizanim. Lê di berhemên wan de tê diyarkirin ku “Pirs û problemên seksê pirsên civakî ne, problemên însanî ne.” Ji bo însanan pêwîstiyên seksî pêwîstiyên însanî ne, yên xwezayî ne.

Li rojavayê azadiya seksê heye, lê qîmet û rûmeta hunera seksê tune ye. Li rojhilatê seks bi serê xwe hunerek e. Li rojavayê seks haceta xwe valakirinê ye, xwe tetmînkirinê ye. Gelek seksologên rojhilatnas di berhemên xwe de behsa hunera seksê ya gelên rojhilat dikin. Li rojavayê jin wek haceta pornoyê tê dîtin û pirsên seksê bi kar tê anin.

Li rojhilata navîn ava û metodên seksê, teknîka seksê di nav gel de baþ nayê zanîn. Biþadbûyîn - sevîþme- bi usula kevnare û bi adetî tê kirin. Di dema þadbûyînê de pirê caran jin orgazm nabe. Ji ber ku di dema þadbûnê de jin aktîf nîn e, li binî pasîf disekine, loma jî tehmeke ji þadbûnê nastîne.

Hinek mêr, jinan wek aletaka, anku haceta leyistikê dibînin. Ji xwe re bi wan re bilîzin û paþê wek çarþevê, wan bavêjin ciheke din. Mêr -helbet ne hemû kes- bi piranî dixwazin bi jineke spehî, rin û xweþik re razin. Mêr wexta ku jineke pir rind dibînin çavên wan bel dibe, li wê jinikê dinêrin. Di seksa bê evînî de þadbûnî tune, tehm tune. Ji bo seksa biþadbûniyê pêwîstiya hestên ruhî heye.

Gelo di edebiyata kurdî de rewþa erotîzmê çawan e? Di berhemên kurdî yên edebî de nivîskarên kurd cîh didin sehneyên erotîk û erotîzmê yan na?

Di edebiyata kurdî de kêmaniyeke berbiçav jî ev e ku; di berhemên edebî de sehneyên erotîk û erotîzm tune ye. Seks tune ye. Hinek nivîskar roman û çîrokên li ser gundan dinivîsin, lê di wan de jî seks û erotîzm tune ye. Halbukî, jiyana gundiyan, anku gundîtî bê seksê, bê erotîzmê nabe. Seksa herî mezin di þevên þevtariyên gundan de dibe. Di þevbirikên gundiyan de wexta ku çîrokên gelêrî tê qalkirin, di wan çîrokan de seks û erotîzm heye. Hinek kes bi zanîn naxwazin ku seks û erotîzmê têxin nav berhemên edebî. Însan, jiyan bê seksê, bê sahneyên erotîk nabe. Di berhema nemir Mem û Zînê de jî seks û erotîzm heye. Sahneyên erotîk û peyvên seksî hestên mirov geþ dike. Di her romanê de dinyayek heye, jiyanek heye. Dinya û jiyana mirovan bê seks derbas dibe? Ji bo zêdebûna nesla însan seks tiþtê herî bingehîn yê afirandina însan e. Nivîskarên ronakbîr nikarin li gorî qedexebuna tabuyên seksê xwe bi sînor bikin. Ji bo þikandina tabuyan di serî de divê ew têbikoþin.

Mûrad Ciwan di nivîsa xwe ya bi navê “Di Mem û Zînê de peywendiyên jin û mêran, evîn û erotîzm” ê de dibêje : “Li gora dîtina Xanî, çawa ku merkeza gerdûnê û amaca afirandinê mirov e, cewherê jiyanê jî evîn e; evîn e ku bakutê dide jiyanê; bê evîn jiyan rijî û bêmane ye... Xanî gava ku behsa erotîzmê dike mustehceniya ku em di serê xwe de çêdikin, ew eyba ku li ba me xwe ava dikin, li cem wî nîn e. Ew bi hemî eþkeretiya xwe, teswîra hezkirin û munasebetên navbera her du cinsan dike.” Armanc - Hejmar : 13/14 - Tebax - Îlon - 1996

Ahmedê Xanî sêsed sal berê xwestiye tabûyan biþkîne, eybên di serê xwe de bavêje, lê hêj jî hinek kurd di serê xwe de eyban dihewînin. Loma jî gava di berhemeke edebî de sahneyên seksî yên erotîk dibînin, bi eyb û þerm lê dinêrin. Ji bo wê jî rexneyan li romana min “Kewa Marî - Mêkew” ê digrin. Ji ber ku di romana “Kewa Marî” de seks û erotîzm heye.

Belê, di romana “Kewa Marî” de seks û erotîzm heye. Hebûna vê tiþtî ji hinekan re ecêb tê. Rexne digrin -bi devkî, ne bi nivîskî- paþgotinî dikin. Dibêjin çima di romanê de ewqas seks û erotîzm heye? Di berhemên edebî de hebûna sahneyên erotîk û seksî tiþteke normal e. Heger ji bo herikandina çîroka romanê seks pêwîst be, divê hebe. Di beþeke romana “Kewa Marî” de behsa tecawizê tê kirin. Tecawiz - bi zorê be jî- bê ewkkirin nayê qalkirin. Di romanan de teferuat girîng e. Dema tu behsa tecawizê bikî divê tu bi teferuat behs bikî ku çawan bi zorê bi keçikê re seks tê kirin, çawan bi çi tewir û bi çi þiklî tecawizê wê dikin.

Di romana “Kewa Marî” de, di mixarê de çar tîmên taybetî bi zorê tecawizê keçikê dikin, ecêb û sosret tînin serê wê. Divê tu bi teferuat wê ecêba nedîtî bidî qalkirin, wisan behsa wê bikî ku, di ruh û canê xwendevanan de hîs bê kirin, divê tûkê mûyê serê xwendevan rabibe, tîk bibe.

Herweha, xort û keçikek dema ku bi hevre þarab vedixwin, ji hevre çarînên Heyyam yên li ser evînê dibêjin û bi hevre eþq dikin, zewq dikin û ev kirinên wan dema bi þêweyeke edebî bê qalkirin, ev bi xwe edebiyat e. Ji bo wê jî rexneyên çima di romana “Kewa Marî” de seks û erotîzm heye, rexneyek ne di çî de ye. Rexneyek pûç û vala ye. Rexneyeke ji bîr û zanîna edebî dûr e. Kesên needebîyatnas, yanê ew kesên ku ji edebîyatê fêm nakin rexneyên weha dikin. Lê kesên ku ji edebîyatê baþ fêm dikin rexneyên weha -yanê rexneyên ku çima di romanê de sehneyên seks û erotîzmê heye- nakin. Mirovekî zana ku ji edebîyatê baþ fêm dike, got “Kewa Marî romaneke gelek baþ e. Ez dikarim bibêjim di nav romanên kurdî de romaneke di radeya bilind de ye.” Ev gotinên vî edebîyatnasî ji bo romana “Kewa Marî” bes e. Wekî din kî çi dibêje, kê çi bibêje bila bibêje, xem nîn e.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Pirtûk | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.