Ez di bin xunaviya baranê de dimeşim. Derengê şevê ye û herdu destên min di bêrîka min de nin. Ji nişka de tê bîra min, ez pakêta xwe ji bêrîka xwe der dixim û bi awayekî bêmexsed cixareyekê vêdixim. Di bin wê xunaviyê de agirê ku ji hesteyê min î muxtaran dehere, bi awayekî gûr û şeplepêketî xwe li serê cixareya min digre. Bi çelpandina wî ya vêketin û vemirandinê re, bêdengiya şevê tempoya xwe diguhere. Kesek li derve tune ye û ez jî hêdî hêdî ber bi nexweşxaneyê ve dimeşim. Ez dixwazim qonxa min dirêj bibe û ez bi derengî bigêjim wir. Ji ber ku tu eceleya min tune ye û ji kengî de ye, ez di bin xunaviya baranê de nemeşiya mim. Ji xwe, ez di hundir de aciz bû mim. Lê bi qedandina cixareya min re, ez xwe li devê nexweşxaneyê dibînim.
Ez ne nexweş im. Tu merivên min jî li nexweşxaneyê tune ye. Hevalên min jî... Ji xwe ez ne dixtor im. Baş e, ez li çi digerim?
Ez deherim nexweşxaneyê, lê ma ez dikarim çi bikim? Ez nikarim tiştekî jî bikim. Herçiqas me gotibû ku alîkariyek ji we re lazim be, em amade nin ku alî we bikin jî ji xwe, çi pêwîstî pê hebe, dê dewlet bi xwe bike. Heger pêwîstiya li nexweşxaneyê mayinê hebe, ew kesên ku li nexweşan dinerin henin. Erebe? Na, na! Ew qet lazim nebû, ji ber ku ambulansê ew bir. Ji xwe ew ne nexweşê emeliyatê ye ku xwîn jî jê re lazim bibe. Û lazim bibe jî hewcedarî bi me tune ye... Ey îcar çi ye? Me xêr e? Ma em dikarin çi bikin? Ne tiştekî jî... Bi tenê ji bona xatirê hemwelatî û cîrantiyê ye. Cîran!... Cîranê çi?
Ez li temama acîla nexweşxaneyê digerim, lê ez cîranê xwe nabînim. Ji xwe ez bibînim jî dibe ku ez wan nas nekim. Bi tenê gava ku ez û jinik li pê wan, bi asansorê daketin jêr da em bi mêrikî re herin nexweşxaneyê, min carekê berê xwe da wê û min jê pirsî, bê çi hewala mêrê wê heye. Wê jî di ber xwe de û bêyî ku li min binêre, got, “Ez jî nizanim. Wî bi telefonê xebereke xerab almîş kir û li ser wê yekê ew sînîrlemîş bû. Min anlamîş nekir bê çi mesele ye!”. Mesafeya daketina asansorê têrê nekir ez bibêjim ku bê dêya wî, ya bavê wî miriye, ya agir bi mala bavê wî ketiye, ya xelkê xweh mehên wî revandine. Min bi tenê firsenda ku ez jê re bibêjim, “Li gora ku mêrik ew qasî diricifî, dibe ku ew hewaleyê der bas dike. Ya jî bi da xwe ketibe!” Wê jî got, “Na, na! Em rastlamîşî tu xestelixên wî yên bi vî rengî nebûnin. Ew qehirî ye, qizmîşbû ye, loma werê saçmalamîş bûye. Ew pirî sinirlî ye!...”
Bi gotinên xwe re diricifî, wecê wê zer bûbû û şaşmayî xuya dikir. Jinikeke qama wê kin û pindikî bû. Di eslê xwe de wek zarokan xuya dikir. Emrê wê li dora 15-16 salan xuya dikir. Mirovî digot qey tu wê tev bidî, ew ê bibeje, “baar” û bigirî. Te yê sond bixwara ku te ew di ber daaweyê de daye mêr. Kî dizane, dibe ku birayê wê bavê mêrê wê kuştibe û ew ji dêvla xwîna wî dabe. Gava ku ew dipeyivî, gotin di qirika wê de girêk girêkî dibûn û dengê wê dilerizî. Tu nabêjî qey wê telefonî xweha xwe kiriye da di hawara wan de bê, lê xweha wê ji ber raketina zarokên xwe, bi ser wan de nehatiye. Wê ji ber nexweşiya dêya xwe, cesaret nekiriye ku cewabekê bide wê jî. Ji xwe bavê wê, ji zû de ye ku dêya wê terk kiriye û ji xwe re bi yeka swêdî re dimîne. Li gora gotina cîranan, aşxaneya wî heye... Bi tenê hawara wê maye ku xwe li deriyê me biqewimîne. Xuya ye ku ew jî nuh zewicîbûn û tecrubeyên jinikê tune bûn. Ji xwe ger tecrubeyên wê hebûna, dê li deriyê me nexista. A vî cîhê ku aniha ew tê de nin, berî bi şeş mehan vala bûye. Ew kesên ku di vir de bûn, gundiyê me bûn. Wan hevdu berdan û piştî berdana wan bi sê mehan em pê hisiyan ku wan hevdu berdanin. Piştî berdanê, jinikê xaniyê xwe bi kirê da û çû cem mala bavê xwe. Du-sê mehekî hin kesên din di vî xaniyî de man û derketin. Me bi xwe, ew kesana nas nekirin. Ev cîranên me jî li du wan ketinin vî xaniyî. Berî bi çend rojan hate gotin ku gundiya me dike li xaniyê xwe vegere. Ji ber ku nifûsa mala bavê wê qelebalix e, rehetiya keça wê li wir tune ye.
Rewşa min a lêgerandina hundirê nexweşxaneyê ne normal e. Ez ber bi hudirê odeyan ve deherim û ew nexweşên serşikestî, lingşikestî, dillêqulipî, gurçikpêariyayî, bi çavên şubhewarî li min dinêrin. Her ku ez çav li nexweşekî nuh dikevim, hereketên min jî tên guhertin. Ji dengê nalîn û hawara wan, rê li ber min şaş dibe. Ez li temama acîlê û odeyên wê digerim, lê ez tu kesên rengnas nabînim. Odeyek tenê maye ku min lê nenêriye, ew jî li serê korîdorê ye û deriyê wê girtiye. Ez deherim ber deriyî û midetekê guhdarî dikim. Tu deng ji hundir nay. Ez di dudiliyekê de mim, bê ez deriyî vekim, ya na. Piştî erê-nayeke kin, ez hêdîka vedikim. Bi vekirina min re, awirên min û yên wê pîrejina ku li ser sediyeyê ye, li hev dikevin. Pîreke serserqot, nivtazî û serom di milê wê de bû. Min hîna derî bi şûn de nekişandibû, bû hawar, hawara wê û kir gazî. Her ku çû wê dengê xwe bilintir kir û her digot:
- Haho, haho, haho! Haho werinê, gidiyano werinê! Ev ê serreş ê xerîb dike min bişelîne! Haho werinê, ev ê serreş ê xerîb dike min bikûje!!!
Ez bi awayekî sar û mat mayî li cîhê xwe sekinîm. Min nizanîbû bê ez ê çi bikim. Ez hîna li cîhê xwe sar sekinî bûm, du nobedarên nexweşxaneyê bi min ve zeliqîn. Min xwest ku ez bi wan bidim zanîn da ez li nexweşekî “nas”ê xwe digerim... Wan di dev de, ji min pirsîn:
- Navê wî nexweşê ku tu lê digerî, çi ye?
Ez piçekî varqilîm û min got:
- Binerin! Ez navê wî nizanim, lê ew cîranê min e. Ew û pîreka xwe, berî bi deh deqîqeyan hatin vê derê û ez aniha li wan digerim.
Piştî min got ku ez navê wî nizanim, hîn bêtir şibheya wan ji min çêbû û bi awayekî bêbawer got:
- Baş e, navê pîreka wî çi ye? Paşnavê wan çi ye? Ew ji ku ne?...
Pirsên weha li ser hev ji min kirin. Xweziyê di ber min de kir qurtequrt û min ji wan re got:
- Binerin! Divê hûn ji min bawer bikin. Ez navê jina wî û paşnavê wan jî nizanim, lê ez zanim ku ew kurd in û ji Konyayê nin. Ji ber ku ev demeke ew ketinin daîreya hemberî me û em bi ser hevdu de narin û nayên, em wan zêde nas nakin. Lê ji ber ku ew welatiyê me nin û hatinin ber deriyê me, da em di hawara wan de werin, ez li vir im.
Herdu nobedaran li çavên hevdu nêrîn û bi awayekî ku tinazên xwe bike, got:
- Madem ku wan hawar ji te xwest, tu çima teva wan nehatiyî?
Min mihawele kir ku ez meseleyê ji wan re îzeh bikim, lê wan cewab da polîsan û pênc deqîqe neqediya, polîs hatin. Polîsan jî çend pirsên kin ji min kirin û nasnameya min ji min sitend. Paşê bi cîhekî re peyivîn ku li sabiqeyên mirovî dinerîn. Piştî wan bersiva ku tu sabiqayên min tune ye û ez têkilî tiştên xerab nebûmim wergirt, piçekî sist bûn, lê her şibheyên wan berdewam bûn. Nobedaran bi wan da fahm kirin ku êw pîrejina nexweş gilî dike ku min xwestiye ez wê bikujim, ya jî bişelînim... Wan jî bi şik li min dinerîn, lê ji nobedarên nexweşxaneyê aramtir bûn.
Yekî ji polîsan, got:
- Madem ku tu wan baş nasnakî û nav û paşnavên wan jî nizanî, lê te xêr e? Tu li vê nexweşxaneyê çi digerî?
Min bi awayekî ku karibe baweriya wan têkeve cîh, got:
- Binerin hûn karin biheq bin, lê bi tenê, li ser gotina pîreka min ku ji wan re gotibû, “Ger hûn bixwazim ez dikarim teva we bêm. Ya jî zilamê min dikare teva we bê...”, ez bi ber fediyê ketim û min jî xwest –ya jî pîreka min xwest- ku bi wan re refeqatê bikim. Piştî ez daketim cem wan kesên ku ambulans anîbû û wan got ku şexsek tenê dikare bi me re siwar bibe, ez mecbûr mam ku peyatî werim vir. Ji ber ku pîreka wî li cem wî siwar bû. Ji xwe mala me jî nizîkî vir e.
Dîsa eynî polîsî, serê xwe bi hêlekê kir û destê xwe avêt kirçika hustuyê xwe û got:
- Baş e, evana çi ins in, çi cins in? Kî nin?
Min got:
- Li gora ku pîreka min got, ev meha wan a şeşan e ku li daîreya hemberî me rûdinin. Me rojekê jî wecê hevdu nedîtiye. Em, ne nav û ne jî paşvanê wan nizanin, lê me bihîstiye ku ew jî kurd in. Kurdên Anatoliyanavîn in. Hefteyek berê pîreka min û ya wî hevdu li devê deriyî dîtinê û li ser lingan hevdu nas kirinin. Îşev jî seet di yazdeh û nîvan de li deriyî ket û pîreka min derî vekir. Jinika cîranê me hewara nexweşiya mêrê xwe ji pîreka min re gotiye. Pîreka min jî xeber nedaye min û hema pêxwas bazdaye. Piştî çend deqîqeyan ez lê hay bûm ku dengê ambûlansê hat. Piştî ku ambûlans hat, ez lê haybûm ku di apartmana me de tiştek qewimiye. Min fahm kir ku cîranê me nexweş e. Ma çi bi vêya ve heye ku mirov di hewara cîranê xwe de here? Ma qey ciwanmêrî nema ye? Ma qey mirov nikara însanetiyê jî bike?
Herdu polîsan bi hev re got:
- Çi minasebet, helbet divê mirov însanetiyê bike.
Piştî ku hebekî keneeta wan ket cîh, wan da pêşiya min û berê xwe da odeya wê pîrejinê... Polîs ketin devê deriyî û ew çawa çav li polîsan ket, kir hawar, hawar. Wê ji bona min çi gotibûn, eynî tişt ji bona polîsan jî got:
- Hawar! Hawar, hey hawarê! Ev kuçikbavana dixwazin min bikujin! Ev bêbavana dixwazin min bişelînin!
Her çi qasî polîsan xwest ku wê aşt bikin jî wê her digot û dibiland.
Piştî ku polîsan mesele fahm kir, wan ez serbest berdam. Ez vegeriyam devê derî û min cixareyek vêxist. Ez piçekî sekinîm û min da ber hevdu, bê ez vegerim malê, ya ez lêgerîna xwe bidomînim. Ez demekê weha li ber deriyê nexweşxaneyê sekinîm. Paşê hate bîra min ku ez telefonî malê bikim û ji pîreka xwe bipirsim, bê ew nav û paşnavên wan dizane, ya na. Wê jî mîna min, ne bi nav û ne jî bi paşnavê mêrik, nizanîbû.