Wek tê zanîn piştî bûyera terorî ya 11 ê Îlona 2001 ê, ruxandina rejima Saddam li Iraqê di rojeva Emerika de ye. Taybetî di vê dema nêzik de, pirsa Iraqê di rojeva cihanê de piralî tê minaqeşekirin. Li gora pîsporên siyasî piştî ruxandina Saddam ihtimalek mezin heye ku, Kurd li Başûrê Kurdistanê bibin xwedî statuyek fermî. Heviya me jî wek her kurd ek welatparêz ev e.
Çiqas pirsa Iraqê bi awayekî tê rojevê Dewleta Tirk tirsa xwe ya çêbûna statuyeke fermî ji bo kurdan tîne holê. Taybetî di vê dema dawî de Tirkiye piralî Kurdistana Başûr tehdît dike û hemî plan û bernameyên xwe li gora Kurdistana Başûr çêdike. Rojek tune ye ku di medyaya Tirkan de ev pirs neyê holê û roj naburê ku, berpirsiyarek yê dewlata Tirk dijî xaka azad ya Kurdistana Başûr gotinekî tehdîtê nebêje. Tirkiye gelek eşkere û vekirî dibêje " Em bi tu awayî iznê nadin ku statuyek Kurdan li Bakurê Iraqê çêbibe". Ev yek bûye siyaseta Tirkiyeyê ya netewî. Çepên wan, rastên wan rewşenbîr û siyasetmedarên wan hemî wek hev dibêjin.
Niha Tirkiye tiştên ku dibêje dikare bike yan nikare bike, ev tiştek din e. Wek din em di wê baweriyê de ne ku desthilatdariya Kurdan taybetî Hukumeta Herêma Kurdistanê bi hemî awayî dikare parastina xaka azad bike. Lê li himber vê helwesta Tirkiyeya êrişker, Kurd wek din çi dikin? Medyaya Kurdî (!) çi dike? Taybetî Kurdên Kurdistana Bakur tevî dezgehên xwe yên siyasî di vî warî de çi dikin?
Di baweriya me de gerek e Kurd hemî wek pirsek netewî û sereke li xaka azad ya Kurdistanê xwedî derkevin û wê wek bîboka çavên xwe biparêzin. Ev erkek netewî ye. Divê em bikaribin qasî îmkanên xwe dijî vê helwesta nijadperest ya Tirkiyeyê derkevin û di malper, rojname û kovarên xwe de dijî vê kampanyaya Tirkiyeyê ya derbarê Başûrê Kurdistanê bisekinin. Bila dengê me li gora derfetên me dijî vê siyaseta Tirkiye derkeve. Dengnekirin bi awayekî Tirkiyeyê bihêztir dike.
Redaksiyona [kovara] RASTÎ
info@rasti.nu www.rasti.nu