Helbijartina Tirkiyê bi xwe re gelek guhertin hanî. Rewşeke nû derxist holê. Tradisyona -kevneşopiya- siyaseta partiyên tirkan serobin bûn. Partiyên ku heryek çend caran hikumatê pêkanîbûn, têk çûn. Partiya Ecevît ji sedî 17an kete sedî yekê. Di meclisa berê de partiya ku herî pir mebusên wê hebû, partiya faşîst MHP bû, ew jî di bin bendava barajê de ma. Partiyên ku Erbakan û Demirel piştgiriya wan dikir, ew jî têk çûn. Partiya ku Turgut Ozal damezrandibû ANAP ku mohra xwe li van bîst salên dawîn xistibû, di bin bendava barajê de ma.
Helbijartin û têkçûna van partiyan bi xwe re guhertina desthilatdariya partiyan jî anî. Serokên partiyên tirkan yên ku têk çûbûn, yeko yek dev ji desthilatdariya partiyên xwe berdan, ji serokatiya partiyên xwe îstîfa kirin. Dewlet Bahçelî (MHP) , Mesut Yilmaz (ANAP) , B. Ecevît (DSP) , Tansu Çîler (DYP) îstîfa kirin û biryara kongran girtin ku di kongrên partiyan de serokên nû bên helbijartin.
Di partiyên tirkan de tevlihevî, serûbinî çêbû û tradisyona siyasî hate guhertin. Di partiyên çep yên tirkan de jî ber bi guhertinê ve gav hatin avêtin. Serokê ODPê got “Em ê kongre amade bikin û êdî ez nabim namzetê serokatiya partiyê.” Dogu Perînçek jî eynê tişt got.
Lê, ev bayê guhertinê qet bi alî partiyên ku herçiqas nebêjin em partiyên kurd in jî, lê temamê tabana wan, kîtla wan, endamên wan kurd in ve nehat. Tu dibêjî qey tu tiştek nebûye, ew têk neçûne, wisa bi helwesteke xemsarî rewş û siyaseta berê dimeşînin.
HAK-PAR jî û HADEP (DEHAP) jî bi serneketin. HAK-PAR wek partî neket helbijartinê, lê serokê HAK-PARê Şêx Melîk Firat li Amedê -Diyarbekirê- bu namzetê serbixwe û gelek hindik ray girt.
HADEP (DEHAP)ê di dema propaganda helbijartinê de digotin “Em ê bendava barajê derbas bikin.” Lê, bendavê derbas nekirin. Ew jî têk çûn.
Bi min, divê serokê HADEPê û HAK-PARê jî îstîfa bikin. Murad Bozlak ji xwe ji heq dernakeve, nikare serokatiya partiyek weha girseyî bike. Divê ew, rê ji yên din re vebike û yekî din bibe serokê HADEPê. Ew kesê ku bibe serokê HADEPê, ne bi emir, bi îradeya kîtla HADEPê bibe serok. Şêx Melîk Firat jî divê îstîfa bike û cihê xwe bide yekî ciwan. Ji xwe ew, êdî kal bûye û nexweş e. Bila dev ji serokatiya HAK-PARê berde.
Ev herdu partiyên legal in. Vêca bi dehan partî û rêxistinên îlegal yên kurdan (mexseda min Kurdistana bakur e) hene. Bi min, ew jî têk çûne. Divê serokên wan jî îstîfa bikin. HADEPê ji rûyê PKK (KADEK)ê wenda kir. (Ez li vir sedemê vê wendakirinê diyar nakim. Minaqeşeya wê mirov dikare di nivîsek din de bike.) PSKê jî ne dîrek lê îndîrek wenda kir. PSKê piştgiriya HAK-PARê dikir. Rayên ku Şêx Melîk girt (ku piraniya rayan ji LICÊ û PÎRANê girt) ji xêra, anku ji bo xatirê Şêx Seîdê nemir bû. Yên ku ray dan Şêx Melîk ji bo hurmet, rûmet û xatirê Şêx Sedîdê nemir ray dan pê.
Em vê jî li cihek bihêlin. Yanî ji bo partî û rêxistinên kurd yên îlegal, em mesela hilbijartinê daynin alîkî. Ev partî û rêxistinên kurd heger sal bi salê her diçe qels dibin, divê kuma xwe daynin ber xwe û bifikirin. Pêşî, divê serokên van partî û rêxistinan îstîfa bikin. Hinek rêxistinên kurd dikarin bibêjin ku ê me serok tune ne. Ê wan jî komîteyên birêvebirinê, komîta merkezî-navendî- heye. Bila ev komîteyên merkezî îstîfa bikin.
Partî û rêxistinên kurd, divê bibin xwedî misyon. Divê efektîf bin, mentalîteya rêxistinî a kevneşopî û ruhê mirî ji ser xwe bavêjin. Divê xwe nû bikin. Divê serokatî û rêvebiriya xwe ciwan bikin.
Belê, divê serokên HADEPê, HAK-PARê, KADEKê, PADEKê, PSKê, RSDKê, PRKê, PRNKê, PDK- Bakur, PşK- KAWA, KKP, PMK, PÎK, hemû jî îstîfa bikin.
Serokno! Îstîfa bikin, binêrin, dê rewşa partî û rêxistinên we ji niha baştir bibe.